Alîkarê Bahçelî jî pirtûka Ocalan a qedexekirî dixwîne
Pirtûka qedexekirî ya Abdullah Ocalan li ser maseya Fetî Yildizê alîkarê Devlet Bahçelî ye.

Wêneyekî ku Fetî Yildizê Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser hesabê xwe yê Xê parve kir, li Tirkiyeyê bû sedema nîqaşeke mezin.
Fetî Yildiz duh li ser hesabê xwe Xê wêneyekî xwe bi nivîsa "Wîcdan pîvana herî mezin e, ew ti carî şaş napîve" parve kir.
Tiştê ku di wêne de herî zêde bal kişand, pirtûka bi navê "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Nivîsên Îmraliyê)" ya Abdullah Ocalan bû ku li ser maseya wî hatibû danîn.
Parvekirina Fetî Yildiz, li ser medyaya civakî deng veda û gelek kesan ev post parve kir.
Çavkaniyên ji DEM Partiyê derbarê mijarê ji malpera Dikenê re axivîn û wan got, "Şandeya me pirtûk nebiriye. Ji xwe li bazarê heye û wî bi xwe peyda kiriye."
Pirtûka "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad/Nivîsên Îmraliyê" ji hevdîtin û nameyên bi Abdullah Ocalan re yên di navbera salên 2013 û 2015an de pêk tê.
Ev pirtûk Çiriya Paşîn a 2015an li Almanyayê ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hatibû çapkirin.
Beşa yekem a pirtûkê ji tomarên hevdîtinên şandeyên BDP û HDPyê yên li Girava Îmraliyê pêk tê.
Beşa duyem jî peyamên ku Ocalan şandine li xwe digire.
Li Tirkiyeyê sala 2016an derbarê pirtûkê biryara komkirinê hatibû dayîn.