Amerîka zêdetir firokeyên bêfirokevan dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka hewl dide hevpeymanên xwe yên li Rojhilata Navîn razî bike bi zêdekirina bi dehan firokeyên bêfirokevan ên deryayî li navçeyê.

6 Gulan 2023 - 08:52
6 Gulan 2023 - 08:52
 0  1110
Amerîka zêdetir firokeyên bêfirokevan dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka hewl dide hevpeymanên xwe yên li Rojhilata Navîn razî bike bi zêdekirina bi dehan firokeyên bêfirokevan ên deryayî li navçeyê, da ku baştir çavdêriya gefên Îranê bike, ev jî pêngavek e bi armanca parastina rêrewên avî yên sereke ji bo bazirganiya cîhanî û bazirganiya petrolê.

Li gor nûçeyeke Bloomberg, Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn di hevdîtinekê de ragihandiye, Amerîka dixwaze zêdetirî 100 firokeyên bêfirokevan ên deryayî hebin.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê wêneya wan keştiyan belav kiriye, ku li gor gotina wan, Supaya Pasdaran a Îranê xwediyê wan e, wek keştiya petrolê ku alaya Panamayê hilgirtibû, di tengava Hurmizê ya navbera Îran û Umanê re derbas bûye.

Berpirsê li Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê diyar kir, destbiserdegirtina keştiyên petrolê ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên deryayî ve tê encamdan, ev jî girîng e bo asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Ev nûçe bi tevahî 1110 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:53:06