Bahçelî: Korîdora ku dê ji Siwêdayê vebe, korîdora şeytan e
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bahçelî got, “Korîdora ku dê ji Siwêdayê ber bi bakur ve vebe, korîdora şeytên e, perçebûna Sûriyeyê ye û hedefgirtina Tirkiyeyê ye.”
Serokê MHPyê her wiha bang li PYD/YPGyê kir ku “li gorî banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê tevbigerin.”
Devlet Bahçelî li ser pêvajoya aştiyê, biryara îmhakirina çekan a PKKyê û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî anî zimên ku bi şewitandina çekan a PKKyê re pêvajo ketiye qonaxeke nû û got:
“‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku bi daxuyaniya Îmraliyê ya 27ê Sibatê hatibû rojevê encam da û rêxistinê biryara xwefesixkirinê ragihand û derbasî qonaxa xatirxwestina ji çekan bû.”
“Kesên dibêjin dewlet bazarê dike, buxtanker in”
Serokê MHPyê rexneyên li ser pêvajoyê red kirin û got, "Kesên îdia dikin ku dewlet bazarê dike, buxtanker in.”
Bahçelî her wiha îdiayên wekî “efserên pilebiçûk ji artêşê tên avêtin, PKKyiyan tevlî artêşê dikin” bi tundî rexne kir.
"Korîdora şeytan e, hedef Tirkiye ye"
Serokê MHPyê êrişên dawî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê bi pêvajoyê ve girêda û diyar kir ku ev yek ne tesaduf e.
Bahçelî got, “Li rexê din, israra PYD/YPGyê ya bicihanîna peymana bi rêveberiya Şamê re û neanîna cih a sozên hatine dayîn, divê li gel êrişa Îsraîlê were nirxandin.”
Wî li ser plana avakirina korîdorekê hişyarî da û wiha pê de çû:
“Korîdora ku dê ji Siwêdayê ku di navenda pevçûnan de ye, ber bi bakur ve vebe, korîdora şeytan e.
Perçebûna Sûriyeyê ye û hedefgirtina Tirkiyeyê ye.
Divê rêxistina terorê PYD/YPG nekeve xefika Siyonîstan, bi hewesên maksîmalîst nexape û li gorî banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê tevbigere, ev yek bi kêmanî dê ji bo xêra wan be.”
Hefteyek e şer û pevçûnên dijwar di navbera Durziyên Siwêdayê û Erebên Bedewî de hene.
Durziyên Siwêdayê dixwazin di navbera wan û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye korîdoreke mirovî bê vekirin.