Baregeha Barzanî: Ev bombebaran li dijî seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne
Baregeha Barzanî derbarê topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir

Baregeha Barzanî derbarê topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye diyarkirin: “Ev cara çendan e ku Herêma Kurdistanê dikeve ber êrîşên mûşekî û bombebaranên hêzên Îranê. Em vê êrîş û bombebaranê şermezar dikin, çimkî bûye sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û jin û zarokên bêtawan û ev di rastiyê de tawankarî ye, di heman demê de jî ev êrîş û bombebaran, binpêkirina bingehên cîrantî û dostanî û serweriyê ne û ti hicetek hilnagire û li dijî berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne.”
Baregeha Barzanî eşkere kir, mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran, ku ji bilî tawankarî û neseqamgîriyê, ti tiştek jê berhem nayê.
Herwiha daxwaz dike, demildest ev êrîş û bombebaran werin rawestandin û Herêma Kurdistanê jî êdî nebe qada yekalîkirina girift û nakokiyên welatên cîran.