Bi amadebûna Mesrûr Barzanî komxebata parastina Herêma Kurdistanê ji erdhejê tê lidarxistin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê komxebatek derbarê parastina Herêma Kurdistanê ji erdhejan tê lidarxistin.

21 Sibat 2023 - 04:19
21 Sibat 2023 - 04:19
 0  507
Bi amadebûna Mesrûr Barzanî komxebata parastina Herêma Kurdistanê ji erdhejê tê lidarxistin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Sibata 2023an, komxebata Wezareta Avadankirin û Niştecihbûnê bi hevahengî ligel Beşa Kurdistanê ya Enstîtuya Betonê ya Amerîkî ku taybet e bi parastina Herêma Kurdistanê ji erdhejan birêve dibe.

Li gorî karnameya komxebatê, armanca sereke ya komxebatê ew e ku mal, avahî û projeyên binesaziya aborî binirxîne û ger pêwîst bike, tedbîr û mekanîzmayên çareserkirina wan pêşniyar bike.

Armanceke din a komxebatê ew e, rênima û nexşeyên guncaw ji bo cîbicîkirina projeyên paşerojê amade bike, ji bo Kurdistanek geş û pêşkeftî di warê zanistiya endazyarî û piraktîkê de.

Her wiha armanceke din a komxebatê jî ew e, hewl bide kod û pîvanên guncaw ji sirûşt û cihê ciyografî yê Herêma Kurdistanê diyar bike.

Ev nûçe bi tevahî 507 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:55