Boris Johnson bo Erdogan: Operasyonê rabigrin

Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johson di encama peywendiyeke telefonî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daye û daxwaza ragirtina operasyonê serbazî bo Rojavayê Kurdistanê kiriye.

13 Cotmeh 2019 - 05:09
13 Cotmeh 2019 - 05:09
 0  1453
Boris Johnson bo Erdogan: Operasyonê rabigrin

Ajansên navdewletî belav kirine ku îşev roja şemiyê 12-10-2019an Boris Johnson ligel Recep Tayyîp Erdogan qise kiriye û daxwaz jî kiriye operasyona serbazî bi dawî bike.

Roja çarşemê 09-10-2019an Serokkomarê Tirkiyê fermana operasyonê bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû dest pê kirin. Firokeyên şer û topxaneyên Tirkiyê bajarên Rojavayê Kurdistanê û binke û baragehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) topbaran dikin.

28 welatên Yekîtiya Ewropayê 10 welatên Yekîtiya Erebî û gelek welatên cihanî daxwazê ji Tirkiyê kirine ku dawî li operasyonê bîne û ew ne ligel wê operasyonê ne.

Ev nûçe bi tevahî 1453 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:42