Cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando Akam Umer gihîşte Kurdistanê

Cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê Akam Umer bi rêya Balafirgeha Silêmaniyê gihîşte Herêma Kurdistanê û îro dê ji Silêmaniyê bo Hewlêrê were veguhestin û li Goristana Şêx Ehmed bi xakê were spartin.

17 Berfanbar 2022 - 06:17
17 Berfanbar 2022 - 06:17
 0  349
Cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando Akam Umer gihîşte Kurdistanê

Îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022yan, cenazeyê Şehîd Akam Umer gihîşte Silêmaniyê di merasîmekê de pêşwazî lê hat kirin. Biryar e piştî nîvro cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê bigihe Hewlêrê û li gor malbata wî ragihandiye, dê li Goristana Şêx Ehmed were veşartin.

Roja 19ê Cotmeha 2022yan, Hêzên Komando bi serperiştiya Fermandar Akam Umer serdana sînorê Germiyanê kir û di operasyonê de mayînek bi wesayîta wan ve teqiya û efser Zuhêr Mihemed canê xwe ji dest da û Akam Umer û heft pêşmergeyên din ên Hêzên Komando yên Kurdistanê birîndar bûn.

Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê piştî 10 roj ji mana li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê, bo Almanyayê hatibû veguhestin û roja 12ê Berfanbarê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 349 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:39:42