Cenazeyê Letîf Xefûr Mamesenî gihişte Hewlêrê

Cenazeyê kadro û şêwirmendê encûmena serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germyanê, Letîf Xefûr Mamesenî, îro roja duşemê gihêşt firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ku beriya bi çend rojan li Fînlandayê koça dawî kiribû.

12 Berfanbar 2022 - 06:07
12 Berfanbar 2022 - 06:07
 0  862
Cenazeyê Letîf Xefûr Mamesenî gihişte Hewlêrê

Piştî gihiştina termê Letîf Xefûr Mamesanî li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê, Dr. Kemal Kerkûkî û Dr. Piştiwan Sadiq, endamên Mekteba Siyasî ya PDK û berpirsên hikûmetê pêşwaziya wî kirin û gul danîn ser termê wî.

Di merasîmê de Dr. Kemal Kerkûkî got: “Letîf Mela Ezîz berê şêwirmendê serokomar bû û bêyî cudahiyên siyasî ji bo doza gelê kurd kar dikir.

Dîsan her di wê merasîmê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî Dr. Piştiwan Sadiq got “ Letîf Mele Ezîz milkê hemû kurdan bû, di rojên dijwar de ji bo azadiya kurd û Kurdistanê şer kir.”

Ev nûçe bi tevahî 862 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:41:22