Dadgehê careke din berdana Demîrtaş red kir
Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê serlêdana ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş red kir.

Dadgehê tevî biryara binpêkirinê ya sêyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî daxwaza berdana Hevserokên Giştî yên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên doza Kobanîyê red kir.
Dadgehê wekî hincet jî got ku "biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hîn jî teqez nebûye."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 8ê Tîrmeha 2025an cara sêyemîn biryara "binpêkirina mafan" ji bo Selahattîn Demîrtaş da.
Parêzerên DEM Partiyê piştî vê yekê ji bo berdana Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên doza Kobanîyê serî li Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê da.
“Biryar hîn jî teqez nebûye”
Li gorî agahiyan, vê dadgehê îro daxwaza berdanê red kir wekî û di hinceta biryara xwe de gotiye ku, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hîn jî teqez nebûye.
Di biryarê de her wiha amaje bi nivîsa Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî hatiye dayîn ku ji dadgehê re şandibû û tê de gotibû:
"Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 8ê Tîrmeha 2025an derbarê serlêdana Selahattîn Demîrtaş lêkolîna xwe temam kiriye û biryara binpêkirinê daye. Biryar hîn jî teqez nebûye."
Dadgehê destnîşan kir ku Demîrtaş û “bertawanên” din êdî di statuya "girtiyên bihukm" de ne, ango ceza li wan hatiye birîn û diyar kir ku dema girtîbûnê di qonaxên îstînaf û temyîzê (dadgehên bilind) de nayê hesibandin.
Ji aliyê din ve, dadgehê qedexeya derketina derveyî welat a li ser bertawanên din Cîhan Erdal û Nezîr Çakan rakir lê daxwaza rakirina biryara girtinê ya derbarê Erdal de red kir.
Dadgehê her wiha biryar da ku ji bo girtiyê bi nave Zekî Çelîk ji Saziya Saziya Bijîşkiya Dadî raporek were xwestin da ku vê tesbîtkirin ka rewşa wî ya tenduristiyê ji bo mana di girtîgehê de guncav e yan na.
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve girtî ye
Selahattîn Demîrtaş 4ê Çiriya Paşîn a 2016an de li mala xwe ya li Amedê hatibû desteserkirin û girtin.
Beriya vê biryara dawî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê du caran û Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê jî carekê biryara binpêkirina mafan dabû û daxwaza berdana wî kiribû.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê piştî biryara 8ê Tîrmehê careke din daxwaza berdanê kiribû û gotibû:
"Divê li gorî serweriya hiqûqê, demildest biryara berdana hemû hevalên me bê dayîn."
Divê were gotin hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî doh li Girtîgeha Edîrneyê seriyek Selhattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli.
“Divê hevalên me li cem me bin”
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmoglullari piştî serdanê ji bo biserxistina pêvajoya çareseriyê di serî de Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bal kişandibû ser berdana girtiyên siyasî.
Bakirhan li ser mijarê wiha gotibû,
“Di pêvajoyeke wiha de ku em behsa aştiyê û danîna çekan dikin, divê kesên ji doza kumpasê ya Kobaniyê tên darizandin Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din li cem me bin.
Ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.
Em li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê bang li rayedaran dikin, ji bo ku ev pêvajo baş bi rê ve biçe divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ber çavan bê girtin û di serî de divê hevalên me yên ku ji doza kumpasê ya Kobaniyê tên darizandin werin berdan."