Du berpirsê çapemeniya girêdayî YNKê li Silêmaniyê wendane

Du berpirsên çapemeniya ser bi baskekî YNKê, diçin Silêmaniyê û li wêderê bêserûşûn dibin.

10 Cotmeh 2022 - 04:39
10 Cotmeh 2022 - 04:39
 0  510
Du berpirsê çapemeniya girêdayî YNKê li Silêmaniyê wendane

Îro 10.10.2022yê demjimêr 01:00ê daxuyaniyekî ji bo hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, balyozxane, konsulxane û nûnerên welatan, rêxistinên navxweyî û navnetewî re hatiye arastekirin de, pêgeha Bwar ku wekî dezgayekî medyayî xwe nasandiye û ser bi baskekî YNKê û radigehîne: ‘’Duh 09.10.2022yê berî nîvro sernîvîskarê dezgayê medya Bwar Sertîp Weysî Qeşqeyî û rêveberê nivîsê yê saziyê Îbrahîm Elî ji bo karekî rojnamevaniyê ji Hewlêrê ve ber bi bajarê Silêmaniyê ve birêketin. Di vê dema derbasbûyî de heta demjimêr 18:00ê ango 6ê êvari jî pêwendiya me li gel wan hebû û biryarbû êvari vegerin Hewlêrê, lê mixabin piştî 6ê êvari heta naha jî telefona wan daxistiye û bêserûşûn in.’’

Herwaha hat ragehandin ku car caran xeta wan a înternetê vedibe û tê daxistin, lê li gel wê jî ti bersivekî nadin.

Dezgayê Bwar dibêje: Tişta li gel me gumanê çêdike demjimêr 21:24ê bi rêya rûpela Îbrahîm Elî ve rûpelekî din ku navê wî li gel me parastiye bûye adminê saziya medya Bwar a tora civakî ya facebookê.

Ev nûçe bi tevahî 510 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:53:15