Encûmena Wezîran danûstandina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê gotûbêj dike

ro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive, birgeya yekem a karnameya civînê jî li ser pêşkêşkirina bernameya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ye.

1 Sibat 2023 - 05:32
1 Sibat 2023 - 05:32
 0  755
Encûmena Wezîran danûstandina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê gotûbêj dike

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrû Barzanî, Encûmena Wezîran ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive.

Hat eşkerekirin ku karnameya civînê ji van mijaran pêk tê: Birgeya yekem, li ser pêşkêşkirina bernameya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ye, ku ev ji aliyê serok û endamên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di birgeya duyem de mijara bazara kaxezên darayî yên li Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Herwiha di birgeya dawî de jî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran mijara çareserkirina kêşeya desteberiya bankî ya projeyên rawestiyayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.

Ev nûçe bi tevahî 755 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:45:16