ENKS pîrozbahiya Ehmed Şera dike
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) pîrozbahiyê li Ehmed Şera dike ku, wekî Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz hatiye destnîşankirin.

ENKSê nameyeke pîozkirinê arasteyî Ehmed Şera kir û tê de gotiye ku, pêdivîtiya vê qonaxê bi avêtina gavên cidî ji bo bidawîkirina azara xelkê Sûriyeyê û peydakirina şertên guncayî ji bo kirina hilbijartinên azad û pak heye.
ENKSê herwesa tekez kir ku, divê destûrek bê darêtin û tê de mafên tevaya pêkhateyên Sûriyeyê bên gerentîkirin.
ENKSê di derheqa vegera penaber û derbideran de jî got: "Divê vegereke ewleh û bi rûmet bo tevaya penaber û derbideran, di nav de xelkê Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê, bê dabînkirin."
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) diyar kir ku, pêdivîtiya serkeftina vê qonaxê bi destpêkirina proseyeke siyasî ya tevgir bi tevlîbûna tevaya pêkhateyên Sûriyeyê heye:
"Tekeziyê li ser giringiya bidawîkirina stema dîrokî ya li ser miletê Kurd û pejirandina mafên wî yên neteweyî di destûrê de dikin."
ENKSê herwesa got, "Li ser bingeha pabendiya bi proseya siyasî û hewlên avakirina Sûriyeya piralî nenavendî, em banga lixwegirtina rêbaza diyalogê weke rêyeke sereke ji bo rûbirûbûna astengiyên niha dikin."
Nûvekirina herî dawî: 13:31:23