HSD: Dije Terorê 2 endamên DAIŞê girtin

Hêzên Dije Terorê yên HSDê du endamên DAIŞê li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê girtine.

17 Hezîran 2023 - 05:18
17 Hezîran 2023 - 05:18
 0
HSD: Dije Terorê 2 endamên DAIŞê girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Înê 16ê Hezîrana 2023an operasyoneke nû ya li dijî DAIŞê ragihand û diyar kir ku hêzên wan 2 endamên DAIŞê girtine.

HSDê diyar kir ku di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê de, Hêzên Dije Terorê (YAT), bi alîkariya Hêzên Dije Terorê yên Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de ku roja 14 mehê birêve çûye li gundê Sebxe li gundewarê Şedadê 2 endamên şaneyeke DAIŞê girtine ku di warê qaçaxçîtîkirina endamên DAIŞê û dabînkirina çekan ji bo encamdana operasyonan de çalak bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destnîşan kir ku di operasyonê de, yekîneyên Dije Terorê dest bi ser hejmarek çek û alavên leşkerî de girtine.