Îro cenazeyê Elî Qazî ji Almanyayê digihêje Hewlêrê

Hat ragihandin ku cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ji Almanya bigihêje Hewlêr a Herêma Kurdistanê.

18 Tîrmeh 2022 - 03:33
18 Tîrmeh 2022 - 03:33
 0  469
Îro cenazeyê Elî Qazî ji Almanyayê digihêje Hewlêrê

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raginand, demjimêr 9:30 dê bi merasîmeke fermî li Firokexaneya Hewlêrê pêşwazî li cenazeyê Elî Qazî bê kirin.

Hat diyarkirin ku piştre dê cenazeyê Elî Qazî ber bi Kelarê bê şandin û li wê derê were veşartin.

Her çend Îran razî bibû ku cenazeyê Elî Qazî li Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê were veşartin jî lê malbata Qazî biryar daye ku cenazeyê Elî Qazî li Kelarê kêleka xwişka xwe were binaxkirin.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja 10ê vê mehê di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 469 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:43:13