Konsulxaneya Amerîkayê li ser civîna PDK û YNKyê daxuyaniyek belav kir

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser civîna PDK û YNK daxuyaniyek belav kir.

31 Tîrmeh 2023 - 04:31
31 Tîrmeh 2023 - 04:31
 0
Konsulxaneya Amerîkayê li ser civîna PDK û YNKyê daxuyaniyek belav kir

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser civîna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir.

Konsulxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ji ber rêkeftina di navbera PDK û YNKyê de kêfxweş in ku li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewlên wan ên ji bo çaksaziyê û yekkirina Pêşmergeyan li hev kirin.