Li Başûrê Kurdistanê efserekî pilebilind ê Tirkiyeyê hat kuştin

Efserekî pilebilind ê artêşa Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKyê ve hat kuştin.

6 Sibat 2025 - 08:40
6 Sibat 2025 - 08:40
 0
Li Başûrê Kurdistanê efserekî pilebilind ê Tirkiyeyê hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku îro li herêma "Operasyona Pençe-Kilîdê" dema çalakiyên lêgerîn û kontrolkirinê di navbera leşkerên wan û gerîlayên PKKyê şer û pevçûn derketine.

Di encama şer û pevçûnan de efserê wan ê pilebilin ê komando yê bi navê Murat Kemal Yetişen hatiye kuştin.