Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin

Li nahiya Leylan ya parêzgeha Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin û di encamê de şivanek û çekdarek hatin kuştin.

29 Tebax 2022 - 04:52
29 Tebax 2022 - 04:52
 0  638
Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin

2 çekdarên DAIŞê li nahiya Leylanê êrîşî ser 4 şivanan kir û pevçûn di navbera wan de derket. Di endamê de jî şivanek şehîd bû û çekdarekî DAIŞê hat kuştin û çekdarê din jî reviya.

Li gorî wî jêderî, ev şivanê şehîd bûye navê wî Zîrek Zahîr e û ji gundê Beyanlû ya ser bi nahiya Leylanê ve ye.

Nahiya Leylanê 19 km li başûrê rojhilatê bajarê Kerkûkê dikeve. Niştecihên wê Kurd in û Ereb jî di serdema partiya Beisê de lê hatin bicihkirin.

Ev nûçe bi tevahî 638 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:10:50