Li Meletiyê erdhejek bi hêza 4.4 rû da

Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê paşlerzeyekê bi hêza 4.4 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

23 Adar 2023 - 02:41
23 Adar 2023 - 02:41
 0  550
Li Meletiyê erdhejek bi hêza 4.4 rû da

Tevî ku nêzîkî 50 roj bi ser erdhejên 6ê Sibatê derbas bûne, lê paşlerze li wê navçeyê didomin û dîsa li bajarê Meletiyê paşlerzeyekê bi hêza 4.4 rû da.

Hat ragihandin ku di vê paşlerzeyê de ti ziyaneka canî û maddî çênebûye.

Di erdhejên 6ê Sibatê de zêdetir ji 50 hezar kesan canê xwe ji dest dane û herwiha piştî erdhejê zêdetir ji 18 hezar paşlerze rû dane.

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:29:40