Li Qersê 2 şivanên birayên hev winda bûn

Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 2 şivanên birayên hev winda bûn.

27 Îlon 2023 - 04:13
27 Îlon 2023 - 04:13
 0
Li Qersê 2 şivanên birayên hev winda bûn

Li gundê Redkiyê yê Qamûşanê şivanên bi navê Reşat Koca û Kadir Koca yên ku pezê xwe diçêrand heta demjimêrên êvarî venegeriyan malê.

Piştî keriyê wan bi serê xwe vegeriya malê, malbata wan çû li wan geriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Xebatên ji bo dîtina her du birayan berdewam dikin.

Bavê şivanan Cafer Koca got, “Piştî keriyê me berbelav vegeriya gund, em li wan geriyan lê em negihiştin wan û me dest bi lêgerînê kir.”