Li Qersê bo 7 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 7 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

5 Çile 2023 - 04:32
5 Çile 2023 - 04:32
 0
Li Qersê bo 7 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin

Parêzgariya Qersê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Qersê de ji 4ê Çileyê demjimêr 00:00 heta 10ê Çileyê demjimêr 23:59an, ji bo 7 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye eşkerekirin, "hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 4ê Çileyê demjimêr 00:00 heta 10ê Çileyê demjimêr 23:59an, ji bo 7 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin".