Li Qersê kesekî otomobîlek gulebaran kir: Miriyek û 3 birîndar hene

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê kesekî gule li taksiyeke rêwiyan reşand û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

31 Tîrmeh 2023 - 04:32
31 Tîrmeh 2023 - 04:32
 0
Li Qersê kesekî otomobîlek gulebaran kir: Miriyek û 3 birîndar hene

Li taxa Subatanê ya Qersê duh yekşemê danê êvarê kesekî ku hîn nasnameya wî eşkere nebûye, bi çek taksiyeke rêwiyan a ku sê bira tê de bûn gulebaran kir û ji cihê bûyerê reviya.

Di encamê de şofêrê taksiyê û her sê bira yên bi navê O.B, N.A.B, F.B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê lê tevî hemû hewildanên bijîşkî O.B canê xwe ji dest da.

Êrişkar hîn nehatiye desteserkirin.