Li Semsûrê makîneya kar wergeriya û kesek mir

Li navçeya Serê Golan a ser bi Semsûrê li Bakurê Kurdistanê makîneya kar wergeriya û di encamê de operatorê makîneyê birîndar bû û kesekî jî canê xwe ji dest da.

24 Gulan 2023 - 02:55
24 Gulan 2023 - 02:55
 0  514
Li Semsûrê makîneya kar wergeriya û kesek mir

Li navçeya Serê Golan a Semsûrê duh Duşemê, makîneya kar a Şaredariya Belvîranê dema xebata qenala avdaniyê dikir li gundê Nasirliya Jêrîn wergeriya.

Ajokar F.A xwe ji makîneya kar avêt û birîndar bû û ji ber qezayê cerdevanê bi navê Hicabî Burak li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Ekîbên Tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê birîndar F.A birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.

Cenazeyê Hîcabî Burak jî piştî lêkolîna bo morga nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 514 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:27:18