Macron pîrozbahî li Ehmed Şer kir û ew vexwend Fransayê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re axivî.

6 Sibat 2025 - 08:42
6 Sibat 2025 - 08:42
 0
Macron pîrozbahî li Ehmed Şer kir û ew vexwend Fransayê

Macron ji ber wergirtina erka serokkomariyê Ehmed Şer pîroz kir û ew vexwend Fransayê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokkomarê Sûriyeyê yê Qonaxa Veguhestinê Ehmed Şer re bi rêya telefonê axivî.

Di pêwendiya telefonê de dorpêçên li ser Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin û Macron derbarê rakirina dorpêçan de helwesteke erênî nîşan da.

Macron her wiha piştgiriya xwe ji bo pêvajoya qonaxa veguhestinê nîşanî Sûriyeyê da û Ehmed Şer jî ji ber nêrînên wî spasiya Macron kir.