Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbayî belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbayî belav kir.

27 Îlon 2023 - 04:15
27 Îlon 2023 - 04:15
 0
Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbayî belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbayî belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silava Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahî arasteyî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.”

Herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat, “Hêvîdar im ev bîranîna pîroz, bibe sedema girîngîdana bi nirx û rewiştên bilind ên olî û pêşketina pêkvejiyana aştiyane, tebayî û xweşewîstiyê di navbera gel û olên cuda de.”