Navê nû yê Partiya Çepên Kesk diyar bû
Navê nû yê Partiya Çepên Kesk bû “Partiya Gelan a Demokratîk.”

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk, biryar da ku navê nû yê partiyê bibe Partiya Gelan a Demokratîk.
Partiya Çepên Kesk 11ê Îlonê konferansek li dar xistibû û di vê konferansê de ji bo partiyê gelek nav hatibûn pêşniyarkirin.
Li gorî nûçeya ArtiTVyê, ji nav wan navên ku hatibûn pêşniyarkirin navê Partiya Gelan a Demokratîk hat hilbijartin.
Li aliyê din, Partiya Çepên Kesk heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.
Nûvekirina herî dawî: 00:32:55