Sedema namzednebûna Ala Talabanî û Şiwan Dawudî aşkera bû!

Çavkaniyekê aşkera dike ku malbenda Kerkûkê ya YNKê bûye sedem ku Ala Talabanî û Şiwan Dawudî di helbijartinên pêş ên encûmena nûnerên Iraqê de wek namzed neyên nîşandan.

18 Sibat 2018 - 02:57
18 Sibat 2018 - 02:57
 0  4438
Sedema namzednebûna Ala Talabanî û Şiwan Dawudî aşkera bû!

Çavkaniyek taybet ku nexwast navê xwe aşkera bike ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema ku YNK mijûl bû navên namzedan diyar bike, wê demê mercê hebûna bawernameya amadeyî bibû armanc, lê piştre encûmena nûnerên Iraqê ew merc rakir.’’

Heman çavkaniyê aşkera kir, beşek ji berpirsên malbenda YNKê li Kerkûkê amaje bi vê yekê kir, ku qebûl nakin Ala Talabanî û Şiwan Dawudî di helbijartinên pêş ên Iraqê de bibin namzed, ji ber ‘’Ew hêvinê şermizariyê ne û ew kesane rûyê kirêt ê Kerkûkê ne li Bexda.’’

Herwaha aşkera kir, ji ber wan sedeman malbenda Kerkûkê ya YNKê razî nebû ew kesane xwe wek namzed nîşan bidin.

Ev nûçe bi tevahî 4438 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:48:47