Serok Barzanî: Gelê kurd bi aştiyane daxwaza mafê xwe yê rewa kir

Serok Barzanî bi helkefta salvegera 65mîn damezrandina yekîtiya qûtabiyên Kurdistanû û yekîtiya lawanên Kurdistanê ragehand ku, gelê me û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi xweragirî qûrbanî dan û li beramber terorê û hêzên tûndirew rawestan û bi awayeke aştiyane daxwaza mafê xwe kirin.

18 Sibat 2018 - 02:54
18 Sibat 2018 - 02:54
 0  1893
Serok Barzanî: Gelê kurd bi aştiyane daxwaza mafê xwe yê rewa kir

Bi helkeftina 65 salvegera damezrandina herdu rêxistinên yekîtiya qûtabiyên Kurdistanê û yekîtiya lawanên Kurdistanê pîrozbahiyên xwe arasteyî herdu sekretariyên qûtabî û lawan û hemû qûtabî û lawanên xûşewîstên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftibê ji wan re dixwazim.

Qûtabî û lawanên Kurdistanê li hemû qonaxên xebata gelê me de rola wan diyar bû, ew rol bi perwerdeyeke kurdayetî, niştimanperwerî û çavnetirsî bû û di wê rêyê de qûrbanî dan, niha jî gelê me di qonaxa berxwedanê û çespandina mafên xwe derbas dike û erkê qûtabî û lawan ji hemû wextan hestyartir û qûrstir e.

Pêwîste qûtabî û lawanên Kurdistanê kar û xebata xwe ji carên din zêdetir bikin û bi êrîş û tehedayên niha bê hêvî nebin gelê me û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi xweragirî qûrbanî dan û li beramber terorê û hêzên tûndirew rawestan û daxwaza mafê xwe bi awayeke aştyan e kirin.

Ev kar pir şanaz di xebata gelê Kurdistanê de, pêwîste qûtabî û lawanên me bi iradeyeke bilind û xort li ser berdewam bin û dewlemed bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1893 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:15:52