Serokwezîr Barzanî bi Wezîra Holanda re hevkariya bazirganî û sektora çandiniyê gotûbêj kir
Serokwezîr Barzanî, îro 25ê Gulanê li Davosê bi Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Holandayê Sigrid Kaag re hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên welatan li Forûma Aborî ya Cîhanî Davosê didomîne.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Holandayê hatine gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku bi taybetî hevahengî û hevkariya di warên danûstandina bazirganî û piştevaniya sektora çandiniyê û birêvebirina çavkaniyên avê û pêşvebirina veberhênan Holandayê de li Herêma Kurdistanê, hatine axaftin.
Nûvekirina herî dawî: 23:51:51