Serokwezîr Barzanî, li Davosê dest bi hevdîtinan kirin
Mesrûr Barzanî, li Korbenda Davosê, dest bi hevdîtinan kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Davosê, dest bi hevdîtinan kir. Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê civiyan û li ser pergala bankavaniya Qeterê axivîn.
Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê, îro li bajarê Davosê dest pê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî Korbenda Davosê bû û îro ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê civiya. Serokwezîr Barzanî, piştî hevdîtina ku hat kirin, ev agahî parve kirin;
“Îro 23yê Gulana 2022an, li bajarê Davosê; me ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê Birêz Şêx Mihemed Bin Hemd Alsanî re civînek li dar xist. Em di derbarê pêşvebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de axivîn. Em li ser têkiliyên di her warî de û bi taybetî jî di warê bazirganî û pîşesaziyê de axivîn. Her wiha me ji bo sûdwergirtina ji ezmûna Qeterê ya di warê pêşvebirina hilberîn û pergala bankadariyê de nirxandin kirin
Nûvekirina herî dawî: 16:24:24