Tom Barrack: Îsraîl û Sûriyeyê li ser agirbestê li hev kir

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê radigihîne ku Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîkayê li ser agirbestekê li hev kiriye.

19 Tîrmeh 2025 - 09:54
19 Tîrmeh 2025 - 09:54
 0
Tom Barrack: Îsraîl û Sûriyeyê li ser agirbestê li hev kir

Her wiha daxwaz ji Durzî, Bedewî û Suniyên Sûriyeyê hat kirin ku çekên xwe deynin û "nasnameyeke nû ya Sûrî" ava bikin.

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê derbarê agirbesta li Siwêdayê daxuyaniyek belav kir.

Tom Barrack lihevkirin wekî "pêşhateke mezin" bi nav kir û got:

"Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, bi piştgiriya Amerîka û Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Marco Rubio, li ser agirbestekê li hev kiriye ku ji aliyê Tirkiye, Urdin û cîranên wan ve pêşwazî lê hatiye kirin."

Nûnerê taybet ê Amerîkayê di beşeke din a twita xwe de bangî li pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê jî kir û got:

"Em bangî Durzî, Bedewî û Suniyan dikin ku çekên xwe deynin û bi hev re l igel kêmîneyên din, nasnameyeke nû û yekgirtî ya Sûriyeyî di nav aştî û xweşguzeraniyê de li gel cîranên xwe ava bikin."

13ê Tîrmehê, li Sweydayê di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên bedewî yên Sunî de şer derketibû.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan, di şer û aloziyên li Sweydayê de heta niha 718 kes hatine kuştin.

Roja Pêncşemê, serokê demkî yê Sûriyeyê agirbest ragihand lê roja Înê aloziyan careke din dest pê kir.