Fuad Husên derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gotiye, ew dê mûçeya Adarê ya mûçegirên Herêma Kurdistanê bişîne.

26.03.2024, Sal - 19:37

Fuad Husên derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Washingtonê derbarê pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê û serdanên naveroka civînên li gel aliyên Amerîkayê ji berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde û rojnemegeran re axivî.

Fuad Husên derbarê mûçeyên hêzên ewlehiyê û Pêşmerge ragihand ku heta niha danûstendinên wan berdewam dikin û heta wê kêliya ew diaxive, pirsgirêk çareser nebûye.

Husên diyar ku di civînan de behsa pêwendiyên ewlehiyê yên Amerîka û Îraqê hat kirin û dê di serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Washingtonê de jî gotûbêj li ser babetên ewlehî berdewam bikin.

“Dema vekişîna hêzên Amerîkayê diyar nîne”

Derbarê dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê jî Fuad Husên got:

“Me dest bi pêvajoya gotûbêjan kiriye, pêwîstiya wê pêvajoyê bi demê heye.

Lewre ji bo vekişîna hêzan pêwîstî bi demê heye. Çawa û kengî? Kîjan hêz û çawa vedikişin?

Pêwîste bersivên wan pirsan bêne dayîn. Bersiv jî divê ji aliyê her du aliyan were dayîn.

Di encamê de divê Amerîka û Îraqî bigihên rêkeftinê û li gorî rêkeftinê siyaset were meşandin.”

Herwiha Fuad Husên derbarê cezayên li ser bankên Îraqê û civîna li gel Wezîrê Xezîneya Amerîkayê jî got:

“Me civîneke vekirî li gel Wezîrê Xezîneya Amerîkayê pêk anî. Ew behsa cezayên li ser bankayên Îraqê nakin.

Ew tenê behsa hin tedbîran dikin, wekî çaksaziyên di bankayên Îraqê de.

Ev beşeke gotûbêja me bû û em dê berdewam bikin li ser gotûbêjan.”

“Beriya serdana Sûdanî amadekarî dê bêne kirin”

Fuad Husên derbarê pirsa naveroka civînên Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê jî got:

“Beriya hatina Serokwezîr dê çend lîjneyên ciyawaz werin pêkanîn. Lîjne ji bo gotûbêjkirina pirsa enerjiyê ku ez behsa enerjiyê dikim, babeta gaz û petrolê û elektrîkê dikim.

Derbarê dosyayên aborî, banka, xwendina bilind, tenduristî, çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û di warê veguhastinê de çend lijneyên cuda hene.

Ew lîjne dê ligel aliyên Amerîkayê bicivin. Antony Blinken dê serokatiya lîjneyên Amerîkayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê jî dê serokatiya lîjneyên Îraqî bike.

Yanî beriya serdana serokwezîr a ji bo Washingtonê bi çend rojan dê amadekarî bêne kirin.”

“Babeta mûçeya Pêşmerge çareser nebûye”

Derbarê pirsgirêka mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî Fuad Husên got:

“Demek e li derve me. Li Kanadayê bûm û niha jî li vir im.

Lê belê ligel Bexdayê her di pêwendiyê de bûm. Ew gotûbêj bedewam dikin.

Aliyên Hikûmeta Federal a Darayî, ji Hikûmeta Federal daxwaza navan kiribû.

Wa bizanim wan jî kar li ser wê babetê kiribû. Diyar e, heta niha çareser nebûye.

Ka em bizanin dê sibehê û dûsibe çawa çareser dibe.”

Li ser mûçeyên meha Adarê jî Fuad Husên got:

“Em behsa wî pereyê meha 2 yê maye dikin. Ya ku min ji serokwezîr fam kir, dibêje meha 3 wê bişînîn.”

Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:52:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x