WAS: Siûdî dixwaze Iraq guh bide pêşniyara Kurdistanê

Li gorî ragihandina çavkaniyan tê gotin ku Erebistana Siûdî pêşwazîyê li pêşniyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dîyalogê ya di çarçoveya destûrê de dike.

28.10.2017, Cts - 06:52

WAS: Siûdî dixwaze Iraq guh bide pêşniyara Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ku ajansa Spûtnîk dispêre Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê WAS'ê çavkaniyeke ji rayedarên pilebilind a Erebîstana Siûdî ragihandiye: "Welatê Erebistana Siûdî bi giringî hemû pêşhat û rewşa li Komara Iraq a bira dişopîne."

Heman çavkanî dibêje, "Riyaz pêşwazîyê li biryara Hikûmeta Kurdistana Iraqê ya derbarê qebûlkirina gotûbêjê ligel hikûmeta Iraqê di bin sîwana destûra Iraqê de, dike."

Çavkaniya WASê diyar dike ku Siûdî ji bo rêgirtina çêbûna qurbaniyan û parastina yekîtiya xaka Iraqê, serxwebûn û serweriya wê dixwaze dîyalog destpê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x