Wezareta Derve ya Iraqê li ser êrîşa Mêrdînê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf derbarê êrîşa Mêrdînê de ku di encam de 4 kesên ji Duhokê canê xwe ji dest dan, ragihand wezareta derve dê bi giringî ve û bi aliyên têkildar ên Tirkiyê re bûyerê bişopîne daku sedem û hûrgiliyên bûyerê bên aşkerekirin.

19.01.2023, Per - 13:11

Wezareta Derve ya Iraqê li ser êrîşa Mêrdînê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê li ser bûyera îro ya êrîşa li Mêrdînê ku di encam de 4 welatiyên Kurd ên ji Duhokê jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû, karvedan nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf derbarê bûyerê de ragihand, “Di encama bûyera gulebaranê de li Tirkiyê 4 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir: “Em tekez dikin ku em dê bûyerê bi eleqeyeke mezin bi aliyê Tirkiyê re û bi rêya rayedarên pêwendîdar bişopînin ji bo ku em sedem û hûrgiliyên vê bûyerê bizanin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x