Baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin: Birîndar hene

Li navçeya Til Rifetê ya Rojavayê Kurdistanê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin û di encamê de 8 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.

06.10.2023, Cum - 05:56

Baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Medyaya Tirkiyeyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihand ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li devera Tel Rifetê hat mûşekbarankirin.

Til Rifet di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Di encama mûşekbaranê de 8 leşker birîndar bûn ku 5 ji wan ên Hêzên Taybet ên Komandoyê ne.

Leşkerên birîndar li nexweşxaneyên parêzgehên Kilîs û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê tên dermankirin.

Artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrişî devera Tel Rifetê kiriye û topbaran û bombebaran kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:28:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x