Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Afes li rojhilatê bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bi topxaneyê kirin armanc.
Gundê Afes li ser xêza rûbirûbûna hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û Desteya Tehrîr el-Şam e û tenê 3 kîlometreyan dikeve bakurê rêya M4.
Heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanên topbaranê de nehatine eşkerekirin.