Derbarê bûyera Nisêbînê de hijmara binçavkiriyan bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî Komarî ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê êrîşa Nisêbînê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê di navbera rêya Nisêbîn û Mêrdînê de rastî êrîşek çekdarî hatibûn û her 5 jî hatibûn kuştin, biryara binçavkirina 2 kesên bi navên M.Y û Z.K da.
Bi vê yekê jî hejmara binçavkiriyan bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.
Cenazeyên qurbaniyên êrîşê ji aliyê malbatên wan ve hatin standin û bo Herêma Kurdistanê hatin veguhestin.