Li Mêrdînê pevçûn: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du grupan de şerê bi kêran çêbû û di encam de ciwanekî 18 salî canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

22.04.2023, Cts - 06:03

Li Mêrdînê pevçûn: 1 mirî, 1 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan doh 21ê Nîsana 2023an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera du grupan de pevçûn çêbûye û piştre bi kêrê 2 kes birîndar bûne.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîsan çûne cihê bûyerê û her du birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatine veguhestin. Lê ligel hemû midexaleyan Ahmet Bilek yê 18 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan heta niha êrîşkar nehatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:05:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x