Li Semsûrê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi îdîaya “endamtiya PKKê” 5 kes hatin desteserkirin

18.10.2022, Sal - 06:26

Li Semsûrê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên hatine belavkirin, roja Duşemê 17ê Cotmeha 2022ê bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan operasyonên hemwext li wê parêzgehê pêk anîne.

Di encama wan operasyonan de 5 kes bi tohmeta “endamtiya PKKê” hatine desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê jî ragihandiye, karûbarên yasayî yên wan 5 kesên desteserkirî berdewam e.

Li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salên dirêj in hêzên emnî yên Tirkiyê bi hinceta PKKê operasyonan dikin û di encam de hejmareke zêde ya welatiyan, alîgir û endamên HDPê bi îdîaya "endamtî û propagandeya rêxistinê" tên girtin û cezakirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:43:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x