Li Semsûrê piştî 36 demjimêran pitikek bi saxî hat rizgarkirin

Li Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê pitikek piştî 36 demjimêran ji bin kavilên avahiyeke herifî bi saxî hat derxistin. Semsûr jî yek ji wan parêzgehane ku di erdheja 6ê Sibatê de bi dehan avahî û xanî lê herifîn.

08.02.2023, Çar - 09:12

Li Semsûrê piştî 36 demjimêran pitikek bi saxî hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Kar û xebatên rizgarkirin û lêgerînê sist bin jî berdewam in, lê hêj bi sedan kes dibin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane û kesûkarên wan li benda mizgîniyeke xêrê ne.

Îro Çarşemê 8ê Sibata 2023ê li parêzgeha Semsûrê li piştî 36 demjimêran pitikek ku navê wê nehatiye zanîn bi saxî ji bin kavilan hat derxistin. Pitik ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gor amarên fermî, heta niha ji ber erdheja 6ê Sibatê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê 6 hezar û 234 kesan canê xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:03:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x