Li Semsûrê qeza: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Li navçeya Serê Golan ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlek wergeriya û di encam de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

14.10.2022, Cum - 09:16

Li Semsûrê qeza: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan îro 14ê Cotmeha 2022ê li ser rêya navçeya Serê Golan a ser bi parêzgeha Semsûrê ve û Meraşê otomobîlek wergeriya û di encam de li cihê bûyerê şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da.

Herwiha kesekî nav otomobîlê ji bi giranî birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Semsûrê hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa tendirûstiya kesê birîndar di metirsiyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:55:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x