Mamosteyek li mala xwe daliqandî hat dîtin

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê mamosteya jin a 27 salî di mala ku bi malbata xwe re lê dima bi daliqandî hat dîtin. Cenaze bo ji bo otopsiyê birin morgê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

17.04.2023, Pts - 07:14

Mamosteyek li mala xwe daliqandî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Bûyer duh roja Yekşemê 16ê Nîsna 2023yan saet 16:45an li Taxa Cumhuriryetê di apartmana 3 qatî de qewimî. G.E. ya 27 salî ku li navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê di dibistana amadeyî de wek mamosteyê Tirkî dixebitî, di apartmana ku bi malbata xwe re li Erzinganê tê de dima, bi daliqandî hat dîtin.

Piştî agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Li gor pêşbîniyên ewil G.E. bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:20:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x