Nivîskar Ocal: Bigihin hawara Semsûr û Besniyê, bi hezaran mirî hene

Nivîskar û hîndekar Faîk Ocal ji navçeya Besnî ya Semsûrê ragihand, ji ber erdhejê li navenda navçeyê û gundan gelek mirî hene û kesên di bin xirbeyan de mane li benda alîkariyê ne û bang li her kesî kir.

09.02.2023, Per - 09:20

Nivîskar Ocal: Bigihin hawara Semsûr û Besniyê, bi hezaran mirî hene
Nuçe Belav bike

Erdhejên roja 6ê Sibatê yên bi hêza 7.7 û 7.6 ên li her du navçeyên Bazarcix û Elbistanê ku bandor li 10 parêzgehên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî kir, bûn sedema wêraniyek gelek mezin li parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê.

Li navçeya Besnî ya Semsûrê jî bi sedema erdhejê gelek avahî hilweşiyane û li gorî tespîtên ewil bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nivîskar û mamosteyê gundê Îznîkê yê navçeya Besniyê Faîk Ocal li ser Twitterê hewl da rewşa xirab a navçeyê raxe ber çavan û daxwaza alîkariyê ji bo mexdûran kir.

“Gund bi temamî wêran bûne”

Faîk Ocal got, “Banga her kesî heye, rewşa Besnî ya Semsûrê û gundên wê gelekî nebaş e. Ji kerema xwe alîkariyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:49:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x