PDK-Bakur: Êrîşa Mêrdînê hovane û bi plan bû

PDK-Bakur êrîşa Mêrdînê ku di encam de 5 kesên ji Duhokê jiyana xwe ji dest dane, weke “êrîşeke hovane” û “bi plan” bi nav kir û ragihand, ji berpirsyariya Tirkiye yek ku bûyerê ronî bike û kujeran radestî dadgehê bike daku bê ceza nemîne.

20.01.2023, Cum - 13:05

PDK-Bakur: Êrîşa Mêrdînê hovane û bi plan bû
Nuçe Belav bike

Duh Pêncşemê 19ê Çileya 2023an di bûyerekê de li parêzgeha Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

PDK-Bakur têkildarî êrîşa Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

PDK Bakur di daxuyaniya xwe de dibêje, Li ser rêya Nisêbîn a Mêrdînê doh (19.01.2023) pênc hemwelatiyên me yên Herêma Kurdistanê bi awayekî hovane hatine kuştin. Kuştina wan diyare bi plan bû.

Li gor daxuyaniyê, PDK-Bakur daxwaza zelalkirina bûyerê û cezakirina kujeran ji hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje: “Berpirsiyarî ya Dewletan e ku mafê geştiyaran û jiyana wan biparêze. Mixabin Tirkiye ew mafê geştiyarên Kurd neparastin. Ev çendîn bûyerê ku mafê hemwelatîyên me yê Herêma Kurdistan tê binpêkirin. Ji ber wê yekê Hikûmeta Tirkiye berpirsiyarê wê kuştina hovane ye ku bûyerê ronî bike û kujeran radestî dadgehê bike û bê ceza nemîne.”

Herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku ew wek partiyên Kurdistanê heta ku kujêrên wan kesan bên girtin û bên cezakirin, dê wê êrîşa hovane bişopînin.

Em bi xemgîniyeke zêde sersaxî ji malbatên pênc hemwelatiyên Kurdistanê û Serokatiya Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistan û hemû Duhokiyan dixwazin.

Duh Pêncşemê 19ê Çileya 2023an di bûyerekê de li parêzgeha Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm û dayika wî Wehîde Heyder ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Têkildarî kuştina wan welatiyan, 6 kes hatibûn desteserkirin, lê piştî wergirtina îfadeyan du kes hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:44:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x