Êrîşa Mêrdînê: 4 kes hatin girtin

Li ser êrîşa li dijî welatiyên Duhokê li Mêrdînê, 6 kes hatine desteserkirin, ew tohmetbar îro arasteyê dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê 4 kesan de biryara zindanîkirinê da.

23.01.2023, Pts - 09:42 [ Güncellenme: 23.01.2023, Pts - 13:33 ]

Êrîşa Mêrdînê: 4 kes hatin girtin
Nuçe Belav bike

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênç welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya hejmarek kes hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. îro jî 6 tohmetbarên ku di nava wan jinek jî heye, bo Dadgeha Mêrdînê hatibûn birin.

Hat ragihandin ku, ji 5 kes bi tometa hebûna pêwendiya wan bi êrîşa li dijî pênc welatiyên Duhokê desteserkirî bûn, derbarê 4 tometbarên bi navên F.A, A.K, Ç.B û M.Y de biryara zindanîkirinê hat dayîn, ku li tawana xwe mikur hatine ku ji bo pereyan ev tawan encam dane.

Herwiha tometbarê bi navê M.Ş bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x