Bafil Talebanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer daxuyanî da

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer hatiye îmzekirin de wekî gaveke erênî nirxand.

11.03.2025, Sal - 10:41

Bafil Talebanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî derbarê wê peymanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew gaveke girîng e.

Bafil Talebanî  amaje bi wê yekê kir ku peymana 8 xalî ya di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed Şare de dê mafên xelkê Rojavayê Kurdistanê biparêze û wê yekê hêviyan wan zêde kiriye.

“Gaveke girîng û erênî ye”

Daxuyaniya Bafil Talebanî wiha ye:

“Rêkeftina birêz Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer bi germî pêşwazî dikim.

Ev yek ji bo xurtkirina jiyan û xebata hevpar a li Sûriyeya nû gaveke girîng û erênî ye.

Ev yek rêya herî rast e ku aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re tîne û me ji destpêkê daxwaza wê kir û em ji bo wê xebitîn.

Ev gav ku mafê gelê me li Rojava û hemû pêkhateyan diparêze, em hêvî dikin bibe destpêka nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û li ser daxwaziya gel ku destûr bingeha xebat û hevpariyê be.

Wekî her tim em dê piştevanê birayê birêz Mezlûm Ebdî ji bo bicihkirina aştî û aramiyê li herêmê bin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x