Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Lîwa Îsa Uzêr duh 7ê Cotmehê li gel Şêwirmendê Leşkerî yê Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê Kolonel John Foster û tîma pê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de pêşxistina hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymaniya Navdewletî û di nava wan de Brîtanya hat gotûbêjkirin. Herwiha behasa mijara perwerdekirin, proseya çaksaziyê û vekirina korsên cuda ji bo zêdetir birêxistinkirina hêzan û profîşînalkirina hêzên Pêşmerge hate kirin.
Her du alî li ser hevahengî û giringîdana zêdetir bi peywendiyên di navbera xwe de li hev kirin û şanda serbazî ya Brîtanyayê tekez kir ku dê berdewam bin li ser hevahengî û vekirina korsan û dana rawêjkariyê bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, wek peyama dostane ya hikûmeta Brîtanya bo Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê