Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Mêrdînê bi xakê hatin spartin

Cenazeyên wan pênc welatiyên parêzgeha Duhokê ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdînê hatibûn kuştin, bi xakê hatin spartin.

20.01.2023, Cum - 08:03

Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Mêrdînê bi xakê hatin spartin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin, piştî ku şeva borî cenazeyên pênc welatiyên ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdîê hatibûn kuştin, vê sibê bi amadebûna bi dehan kesayetên olî û siyasî, li Mizgefta Xufran a li Duhokê nimêja cenaze hate kirin û piştre termên Hacî Ebdullah, hevjîn û keça wî, bo gundê Bagêra hat veguhestin û biryar e li wê derê werin veşartin.

Herwiha cenazeyên Mela Ehmed Celaledîn û dayîka wî, bo Şêladizê hatin birêkirin û biryar e ew jî li wê derê werin veşartin.

Kesûkarê qurbaniyan Herbî Rêkanî ji K24ê re ragihand, tohmetbar hatine desteserkirin, piştî taziyê, ew ê serdana Tirkiyê bikin û niha li Tirkiyê doz hatiye vekirin û ew ê hewl bidin tawanbar bigihin cezayê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x