Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya cejnê goşt li ser 20 hezar malbatan belav dike

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî îsal jî wek salên borî, goştê qurbanê li ser malbatên hejar û kêmderamet belav dike û di vê cejnê de 20 hezar malbat ji goştê qurbanê sûdê werdigirin.

28.06.2023, Çar - 19:31

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya cejnê goşt li ser 20 hezar malbatan belav dike
Nuçe Belav bike

Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî Stav Aso ji K24ê re ragihand: “Salane kampaniyeke me ya dabeşkirina goştê qurbanê heye û îsal jî kampaniya me li Herêma Kurdistanê û çend bajarên Iraqê û Rojavayê Kurdistanê tê kirin.”

Her wiha got: "Li hinek cihan projeya me bi hevparî ye, wek mînak li Herêma Kurdistanê bi hevpariya Heyva Sor a Îmaratê e û xelkê me yê ezîz sûdê jê werdigirin.”

Stav Aso di derbarê ajelên ku di çarçoveya kampanyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Cejna Qurbanê de hatine serjêkirin de got: "Li Herêma Kurdistanê 110 ga û 33 serî pez, li Efrînê jî 230 serî pez dê bên serjêkirin. Ji her malbatekê re 2 kîlo goşt tê belavkirin.”

Da zanîn jî: “Îsal bi giştî 20 hezar malbat dê ji kampanyaya belavkirina goştê qurbanê sûdê werbigirin.

Derbarê cîbicîkirina rênmayên tenduristiyê ji bo rêgirtina li taya xwînberbûnê de, Berpirsê Tenduristiyê yê Serjêxaneya Hewlêrê Dr. Erselan Celal ji K24ê re got: Ajel berî serjêkirinê û piştî serjêkirinê li serjêxaneyê têne lêkolîn kirin.”

Da zanîn jî ku ji bo ajelên biçûk piştî mana 8 demjimêran, ji serjêkirinê û ji bo ajelên mezin piştî 18 demjimêran di sarincê de, piştre ji bo xwarinê tê bikaranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x