Mîlîsên şîe yên Heşda Şeibî li ser sînorê Hemrîna Başûrê Kurdistanê 2 lîwayên nû bicîh kirine û hewla berfirehkirina desthilata xwe didin. Berpirsên Pêşmerge jî amaje bi wê yekê didin, ku ev yek amadekariya şer e.
Heşda Şeibî li ser rêya Îmam Weys û Neftxaneya Hemrînê hêzeke nû, ku ji 2 lîwayan pêk tê, bicîh kirin. Lîwayên 101 û 115 ên Heşda Şeibî ser bi rêxistina Bedir in. Li gorî gotina berpirsên Heşda Şeibî ev hêz ji bo parastina sînor hatine. Lê berpisên pêşmerge di wê baweriyê de nînin.
Li sînorê Kerkûkê zêdetirî 6 navçeyan Heşda Şeibî hêzên xwe bicîh kiriye û nêzîkî hezar û 200 kurd jî li van herêman beşdarî nav hêzên wan bûne.
Fermandarê Lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge Sîrwam Nihemed derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand; “Di lîwayên Heşda Şeibî qaşo ji bo têkbirina DAIŞê hatine vê herêmê. Bi baweriya me ji bo têkbirina çend komên biçûk ên DAIŞê pêwîstiya hêzeke wiha mezin nake. Lewra ev amadekariya şerê li dijî pêşmerge ye.”
Li ser rêya navçeya Sediyeyê jî du xalên kontrolê yên Heşda Şeibî û herwiha baregaha Lîwaya 110 a vê hêzê heye. Piraniya çekdarên Lîwaya 110 a Heşda Şeibî ji kurdên feylî yên Germesêrê pêk tê.
Fermandarê Lîwaya 110 a Heşda Şeibî Amir Mehmûd jî hebûna vê hêzê ji bo aramî ewlekariya navçeyê weke pêwîst dibîne û dibêje; “Li hemû navçeyên kurdan hêzên me hene lê ev yek ji bo aramiya herêmê ye.”
Çekdarên kurd ên di nav Heşda Şeibî de didin xuyakirin, ku ew ti caran şerê pêşmerge nakin. Lê her çend navçeyên Sediye, Mendelî, Qezaniye, Hemrîn, Neftxane û Qeretepeya Jêrîn li ser nexşeyê weke herêmên Başûrê Kurdistanê bên destnîşankirin jî roj bi roj ala Heşda Şeibî zêdetir bilind dibe.