Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike

Herêma Kurdistanê çend berhemên din henarde dike û dê şandek ji bo nîşandana hinaran biçe Îmarata Erebî.

19.12.2022, Pts - 05:56

Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî dibêje sala bê ew dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinardeyî welatan bikin.

Her wiha biryar e ku sibe şandeke Helebce û Zaxo bi cilûbergên Kurdî û Alaya Kurdistanê hinarên Kurdistanê li Îmarata Erebî nîşan bidin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî ku di beşa projeyên stratejîk de dixebite û hevdem serpereştiya hinardekirina hinaran dike diyar kir ku nîva hinarên hatibûn amadekirin, hatine hinardekirin, Herêma Kurdistanê 2 hezar ton hinar amadekirin ku sedan 70 ji Helebce û sedan 30 yên Zaxo ne. Her wiha destnîşan kir ku sala bê dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinarde bikin.

Heta niha berhema hinaran ji bo Îmarata Erebî, Qeter û Rûsyayê hatine hinardekirin, amadekarî hatine kirin bo hinardekirina wan bo Brîtanya û Fransa jî daxwaza hinarên Kurdistanê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x